Ev Çi Ye

Ev çiye
Ez dibêm Hiphop bi Kurdî, herkes şaş dimînin
Dibên çawa çêdibê, pişta stûyê xwe dixwirînin
Ji dil çû serê min, derket ji devê min, xwe vala dikim
Wexta fikir û hestên xwe ji we re dîyar dikim
.
Ev kî ye, ev kî ye?
Ez im Serhedo
We yeqîn nekir lê çêbû eynî wek min ji we re got
Ev çi ye, ev çi ye?
Hîphopa heqiqî ye Serhado kî ye, kuro lawo ev çi ye?
.
Ev e hîphop yê ez şanî dikim ji we re Herîkîye nav damaran ji heşt û çaran
Hê şeş salî bûm min pantor ters li xwe kir Bi cilên gelkî ji min meztir min dest bi reqsa kir
Divê em xwe pêşkeşkin, nû û cûda bi hemû rengî
Ji deverna derdîkevin yên nebûn berî hingî Nebû DTP, nebû Med TV wî wextî Serhado, cara pêşî, Hîphop bi Kurdî
.
Ev kî ye, ev kî ye?
Ev çi ye, ev çi ye?
Ev kî ye, ev kî ye?
Ev çi ye, ev çi ye?
.
Sêzde salî destpê kir, îro bîst û didû me Gelek tişt qewimîn lê ez eynî Serhado me Bi wan gotinên ji dilê min û bi mûzîka ji can
Xewna min bû rastiya min bi Xewna Jîyan Ez ne ji bo te dibêjim, na ez ji bo te nasêkinim
Ez diçim eşq û nefrêt tif dikim ji bo rehet bim
Min ji me re vêkir deriye, mifte bi xwe re nebiriyê
Ji bo carekî dî nebêjin ev kî ye û ev çî ye Dengêk e millet dirake, dengê bindestan Bi xeberên bi mehne dîtinên xwe didim dest wan
Belkî cara pêşî ye lê ev ne cara talî ye Yên vala vala jî heye, ew karê bêkarî ye Erê min ji te re got bê çi armanca min e Ji bo fikrên xwe valakim û şiyarkim rêxistine
Ji bo tu kêlikek bifikirî dixwazim çi ji te re bêjim
Ev e Hiphop, bi gotinê serê te dihêjinim
.
Ev kî ye, ev kî ye?
Ev çi ye, ev çi ye?
Ev kî ye, ev kî ye?
Ev çi ye, ev çi ye?

سەرهادۆ - (2007)  خەونا ژیان
ئەڤ چ یە

ئەڤ چیە
ئەز دبێم هپهۆپ ب کوردی, هەرکەس شاش دمینن
دبێن چاوا چێدبێ, پشتا ستوویێ خوە دخورینن
ژ دل چوو سەرێ من, دەرکەت ژ دەڤێ من, خوە ڤالا دکم
وەختا فکر وو هەستێن خوە ژ وە رە دییار دکم
.
ئەڤ کی یە, ئەڤ کی یە؟
ئەز م سەرهەدۆ
وە یەقین نەکر لێ چێبوو ئەینی وەک من ژ وە رە گۆت
ئەڤ چ یە, ئەڤ چ یە؟
هیپهۆپا هەققی یە سەرهادۆ کی یە, کورۆ لاوۆ ئەڤ چ یە؟
.
ئەڤ ئە هیپهۆپ یێ ئەز شانی دکم ژ وە رە هەریکییە ناڤ داماران ژ هەشت وو چاران
هێ شەش سالی بووم من پانتۆر تەرس ل خوە کر ب جلێن گەلکی ژ من مەزتر من دەست ب رەقسا کر
دڤێ ئەم خوە پێشکەشکن, نوو وو جوودا ب هەموو رەنگی
ژ دەڤەرنا دەردیکەڤن یێن نەبوون بەری هنگی نەبوو دتپ, نەبوو مەد تڤ وی وەختی سەرهادۆ, جارا پێشی, هیپهۆپ ب کوردی
.
ئەڤ کی یە, ئەڤ کی یە؟
ئەڤ چ یە, ئەڤ چ یە؟
ئەڤ کی یە, ئەڤ کی یە؟
ئەڤ چ یە, ئەڤ چ یە؟
.
سێزدە سالی دەستپێ کر, ئیرۆ بیست وو ددوو مە گەلەک تشت قەومین لێ ئەز ئەینی سەرهادۆ مە ب وان گۆتنێن ژ دلێ من وو ب مووزیکا ژ جان
خەونا من بوو راستیا من ب خەونا ژییان ئەز نە ژ بۆ تە دبێژم, نا ئەز ژ بۆ تە ناسێکنم
ئەز دچم ئەشق وو نەفرێت تف دکم ژ بۆ رەهەت بم
من ژ مە رە ڤێکر دەریە, مفتە ب خوە رە نەبریێ
ژ بۆ جارەکی دی نەبێژن ئەڤ کی یە وو ئەڤ چی یە دەنگێک ئە مڵەت دراکە, دەنگێ بندەستان ب خەبەرێن ب مەهنە دیتنێن خوە ددم دەست وان
بەلکی جارا پێشی یە لێ ئەڤ نە جارا تالی یە یێن ڤالا ڤالا ژی هەیە, ئەو کارێ بێکاری یە ئەرێ من ژ تە رە گۆت بێ چ آرمانجا من ئە ژ بۆ فکرێن خوە ڤالاکم وو شیارکم رێخستنە
ژ بۆ تو کێلکەک بفکری دخوازم چ ژ تە رە بێژم
ئەڤ ئە هپهۆپ, ب گۆتنێ سەرێ تە دهێژنم
.
ئەڤ کی یە, ئەڤ کی یە؟
ئەڤ چ یە, ئەڤ چ یە؟
ئەڤ کی یە, ئەڤ کی یە؟
ئەڤ چ یە, ئەڤ چ یە؟