Dil ji Min Bir

helandim bi xweş xeberên xwe
bêhna misk û emberên xwe
ceneta sîng û berên xwe
dil ji min bir, dil ji min
.
[Beşek]
.
çavê belek wê kil dida
beşera rû xweş gul dida
zerqê hubê li dil dida
dil ji min bir, dil ji min
.
[Beşek]
.
hey wax, min ji bîr naçin diha
naz û nûbara xas e biha
zulfê zêrîn li dora guhan
bêhn û beşera bedew, biha
teyr û tawiza per bi zêrê
dil ji min bir, dil ji min
.
[Beşek]
.
hilnegeriyan em tu waran
gul neçinîn li tu beyaran
dosta min a li nava neyaran
ez zû xistim riya dagêrê
xeşibî me, hîlar ketî
ji hesreta wî sifetî
bêbiata qelp derketî
dil ji min bir, dil ji min
kilama min hubê - xalis
ew defîneya min a dengiz
wekî kûtekî nanê garis
girt û avêt nava savêrê
dil ji min bir, dil ji min

نزامەتن آرچ - (2011)  آزادی
دل ژ من بر

هەلاندم ب خوەش خەبەرێن خوە
بێهنا مسک وو ئەمبەرێن خوە
جەنەتا سینگ وو بەرێن خوە
دل ژ من بر, دل ژ من
.
[بەشەک]
.
چاڤێ بەلەک وێ کل ددا
بەشەرا روو خوەش گول ددا
زەرقێ هوبێ ل دل ددا
دل ژ من بر, دل ژ من
.
[بەشەک]
.
هەی واخ, من ژ بیر ناچن دها
ناز وو نووبارا خاس ئە بها
زولفێ زێرین ل دۆرا گوهان
بێهن وو بەشەرا بەدەو, بها
تەیر وو تاوزا پەر ب زێرێ
دل ژ من بر, دل ژ من
.
[بەشەک]
.
هلنەگەریان ئەم تو واران
گول نەچنین ل تو بەیاران
دۆستا من آ ل ناڤا نەیاران
ئەز زوو خستم ریا داگێرێ
خەشبی مە, هیلار کەتی
ژ هەسرەتا وی سفەتی
بێباتا قەلپ دەرکەتی
دل ژ من بر, دل ژ من
کلاما من هوبێ - خالس
ئەو دەفینەیا من آ دەنگز
وەکی کووتەکی نانێ گارس
گرت وو آڤێت ناڤا ساڤێرێ
دل ژ من بر, دل ژ من
Hatiye anîn ji : Helbesta Fêrîkê Ûsîv.