Êşa Rojava

[Nîzamettîn]
Çûme Çiyayê Kurmênc, li nav gerîm
Efrîn mîna bûkan, bi xemla zêrîn
Min dît Efrîn bi ser xwe de dilorîn
Jê pirsiyam, hêstir ji çavan barîn
Bersiv sar bû li ser lêvên wê şêrîn
.
[Mizgîn]
Xort, keçen min ji bo welat cangorî
Ji Başûr ji Bakur venegerîn
Talan dibin dikin hawar û qerîn
Dil û cîgera min ji sînga min çirîn
Heywax li min heywax, heywax li min
Heywax li min çawa welat tê dizîn!
Heywax li min heywax, heywax li min
Heywax li min çawa welat tê dizîn!
.
[Nîzamettîn]
Berê xwe min da çolê wê beriyê
Bûm mîvanê bajarê Kobaniyê
Min dît keçek digiriya li wê bejiyê
Bi dilsotî pirsiyam ji wê horiyê
Heywax li min heywax, heywax li min
Bi dilsotî pirsiyam ji wê horiyê
Heywax li min heywax, heywax li min
.
[Mizgîn]
Xwîna birayê min rijiya li vê goriyê
Yarê min kuştin leşkerên suriyê
Herdu mirin bo eşqa azadiyê
Sonda min ji ku bigihe ronahiyê
Heywax li min heywax, heywax li min
Heywax li min ji vê zilm û zoriyê
.
[Nîzamettîn]
Ez çûme serdana Girê Şermola
Hat qîrîna zarok û mindalan
Pirsiyam ji sînemayê, ji dîwaran
Ji Amûdê hîn tê dengê hewaran
Heywax li min heywax, heywax li min
Ji Amûdê hîn tê dengê hewaran
Heywax li min ji nalîna şûnwaran
.
[Nîzamettîn]
Min berê xwe da bajarê evînê
Min dît Qamişloka'm di nava şînê
Şêxê şehîdan Mişel bi bîr tînê
Navê Mişel şehîd dinivîsînê
Navê Mişel Temo dinivîsînê
Heywax li min heywax ji vê lehiya xwînê
.
[Pêkve]
Dirbasiyê çara xwe lê nabînê
Dêrika Hemko rondikan dibarînê
Serê Kaniyê êşa xwe dilorînê
Kurd li Şamê dest danî ser birînê
Heywax limin heywax, heywax li min
Heywax li min ji wê lehiya xwînê.

نزامەتن آرچ - (2015)  ێش
ێشا رۆژاڤا

[نیزامەتین]
چوومە چیایێ کورمێنج, ل ناڤ گەریم
ئەفرین مینا بووکان, ب خەملا زێرین
من دیت ئەفرین ب سەر خوە دە دلۆرین
ژێ پرسیام, هێستر ژ چاڤان بارین
بەرسڤ سار بوو ل سەر لێڤێن وێ شێرین
.
[مزگین]
خۆرت, کەچەن من ژ بۆ وەلات جانگۆری
ژ باشوور ژ باکور ڤەنەگەرین
تالان دبن دکن هاوار وو قەرین
دل وو جیگەرا من ژ سینگا من چرین
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
هەیواخ ل من چاوا وەلات تێ دزین!
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
هەیواخ ل من چاوا وەلات تێ دزین!
.
[نیزامەتین]
بەرێ خوە من دا چۆلێ وێ بەریێ
بووم میڤانێ باژارێ کۆبانیێ
من دیت کەچەک دگریا ل وێ بەژیێ
ب دلسۆتی پرسیام ژ وێ هۆریێ
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
ب دلسۆتی پرسیام ژ وێ هۆریێ
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
.
[مزگین]
خوینا برایێ من رژیا ل ڤێ گۆریێ
یارێ من کوشتن لەشکەرێن سوریێ
هەردو مرن بۆ ئەشقا آزادیێ
سۆندا من ژ کو بگهە رۆناهیێ
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
هەیواخ ل من ژ ڤێ زلم وو زۆریێ
.
[نیزامەتین]
ئەز چوومە سەردانا گرێ شەرمۆلا
هات قیرینا زارۆک وو مندالان
پرسیام ژ سینەمایێ, ژ دیواران
ژ آموودێ هین تێ دەنگێ هەواران
هەیواخ ل من هەیواخ, هەیواخ ل من
ژ آموودێ هین تێ دەنگێ هەواران
هەیواخ ل من ژ نالینا شوونواران
.
[نیزامەتین]
من بەرێ خوە دا باژارێ ئەڤینێ
من دیت قامشلۆکا&امپ;#039;م د ناڤا شینێ
شێخێ شەهیدان مشەل ب بیر تینێ
ناڤێ مشەل شەهید دنڤیسینێ
ناڤێ مشەل تەمۆ دنڤیسینێ
هەیواخ ل من هەیواخ ژ ڤێ لەهیا خوینێ
.
[پێکڤە]
درباسیێ چارا خوە لێ نابینێ
دێرکا هەمکۆ رۆندکان دبارینێ
سەرێ کانیێ ئێشا خوە دلۆرینێ
کورد ل شامێ دەست دانی سەر برینێ
هەیواخ لمن هەیواخ, هەیواخ ل من
هەیواخ ل من ژ وێ لەهیا خوینێ.
Ev stran hatiye guhertin 5 caran
Nivîsên berê
Sererastker : Amedo Piyar