Gewrê

Carekê mi ji xwe re dî gewrek
Çavê wê reşî belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hes kirî gelek
.
Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rih'ek, bûn canek
Tucar gewrê jibîr nakim
Ji niha û sed û salek
.
Hat bîra min birh û çav
Lêv û diranê li hev
Bejn û bala te zirav
Porê tarî weke şev
.
Nesîbê me tev nebû
Ne bi destê min û tebû
Xêr nexwaza em dûrxistin
Lê dilê mi li cem te bû
.
Binêr li min û vî halî
Ji eşq û xema ez dinalim
Wextê çavê min li te ket
Keser xwe ser da alî

مهەمەد شێخۆ -   آی لێ گولێ
گەورێ

جارەکێ م ژ خوە رە دی گەورەک
چاڤێ وێ رەشی بەلەک
خوە بەردا ناڤ دلێ من
من ژێ هەس کری گەلەک
.
ئەز وو گەورێ بوون دلەک
بوونە ره'ەک, بوون جانەک
توجار گەورێ ژبیر ناکم
ژ نها وو سەد وو سالەک
.
هات بیرا من بره وو چاڤ
لێڤ وو درانێ ل هەڤ
بەژن وو بالا تە زراڤ
پۆرێ تاری وەکە شەڤ
.
نەسیبێ مە تەڤ نەبوو
نە ب دەستێ من وو تەبوو
خێر نەخوازا ئەم دوورخستن
لێ دلێ م ل جەم تە بوو
.
بنێر ل من وو ڤی هالی
ژ ئەشق وو خەما ئەز دنالم
وەختێ چاڤێ من ل تە کەت
کەسەر خوە سەر دا آلی
Hatiye anîn ji : Stranên Mihemed Şêxo (Beha Şêxo + Qado Şêrîn)