Qefes

Nîve şevê te bixapînim
Ji rêya rast te şaş bikim
Bixwazî nexwazî
Ezê te jî bikim razî
Bi dilê zela, tik û tazî
Werim cem te
Edî rêkê li ber min veke
Guh bidim dengê dilê te
Hela çi dibêje
Çi nabêje?
Birîna kevn êşa berê
Bîr bikim li ser sînga te
Azad bike rizgar bike
Derxîne xwe ji wê hepsê
Bişkîne zincîra tirsê
Bifrîne kewê ji qafesê
Hela çi dike
Çi nake?
Bîne dawiya vê zulmê
Sitûxwar ke li ber evînê
Hela çi dibe
Çi nabe?

مەهمەت آتل - (2008)  وەندا
قەفەس

نیڤە شەڤێ تە بخاپینم
ژ رێیا راست تە شاش بکم
بخوازی نەخوازی
ئەزێ تە ژی بکم رازی
ب دلێ زەلا, تک وو تازی
وەرم جەم تە
ئەدی رێکێ ل بەر من ڤەکە
گوه بدم دەنگێ دلێ تە
هەلا چ دبێژە
چ نابێژە؟
برینا کەڤن ئێشا بەرێ
بیر بکم ل سەر سینگا تە
آزاد بکە رزگار بکە
دەرخینە خوە ژ وێ هەپسێ
بشکینە زنجیرا ترسێ
بفرینە کەوێ ژ قافەسێ
هەلا چ دکە
چ ناکە؟
بینە داویا ڤێ زولمێ
ستووخوار کە ل بەر ئەڤینێ
هەلا چ دبە
چ نابە؟
Hatiye anîn ji : mehmetatli.com