Oy Yarê

Oy yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêviyên dilên sarî
Nabînim, tu ji min dûrî
Ji bo hêviyên azadiyê
Şîn bûye li ser Zagrosê
Derket jor nayê xwarê
.
Oy yarê, oy hevalê
Ciwaniya emrê min kanê?
Hêviyên dilê min kanê?
Xeyîdîn bi şûn ve naynê
Azadiya vê jînê
Ji min hate dizînê
Zaroktiya min kanê?
.
Oy yarê, oy hevalê
Hêsir ji çavên min dotin
Dil û cîgera min sotin
Xewn û xeyalên min firotin
Me dîsa serî hilda
Li nav xwîna xwe jîn da
Tovên jiyanê evîn da

هۆزان دینۆ - (2007)  نامووس
ۆی یارێ

ۆی یارێ, ۆی هەڤالێ
ستێرکا شەڤێن تاری
هێڤیێن دلێن ساری
نابینم, تو ژ من دووری
ژ بۆ هێڤیێن آزادیێ
شین بوویە ل سەر زاگرۆسێ
دەرکەت ژۆر نایێ خوارێ
.
ۆی یارێ, ۆی هەڤالێ
جوانیا ئەمرێ من کانێ؟
هێڤیێن دلێ من کانێ؟
خەییدین ب شوون ڤە ناینێ
آزادیا ڤێ ژینێ
ژ من هاتە دزینێ
زارۆکتیا من کانێ؟
.
ۆی یارێ, ۆی هەڤالێ
هێسر ژ چاڤێن من دۆتن
دل وو جیگەرا من سۆتن
خەون وو خەیالێن من فرۆتن
مە دیسا سەری هلدا
ل ناڤ خوینا خوە ژین دا
تۆڤێن ژیانێ ئەڤین دا