Ji Birînê Ta Birînê

[Beşek]
Dilê min vebû ji te ra
Girtin, hew lê vedigerim
Şêrînê ber min danî
Ji birînê ta birînê
.
[Beşek]
Min di dil da dikir yar
Ku jîn bibê can wek buhar
Jiyana min tu neke ar
Min jîn bike wa heval
Şêrînê ber min danî
Ji birînê ta birînê
.
[Beşek]
Dîroka me tev bi xwîn e
Gotinê wê tev tarî ne
Mij û dûman jê diweşine
Armanca me hew evîn e.

باران کەندەش - (2001)  هەسۆ
ژ برینێ تا برینێ

[بەشەک]
دلێ من ڤەبوو ژ تە را
گرتن, هەو لێ ڤەدگەرم
شێرینێ بەر من دانی
ژ برینێ تا برینێ
.
[بەشەک]
من د دل دا دکر یار
کو ژین ببێ جان وەک بوهار
ژیانا من تو نەکە آر
من ژین بکە وا هەڤال
شێرینێ بەر من دانی
ژ برینێ تا برینێ
.
[بەشەک]
دیرۆکا مە تەڤ ب خوین ئە
گۆتنێ وێ تەڤ تاری نە
مژ وو دوومان ژێ دوەشنە
آرمانجا مە هەو ئەڤین ئە.