Fedî Meke

Fedî meke tu ji min
Çend gotinan bêje min
Dengê te xweş awaz in
Direvînin dil ji min
Fedî meke tu ji min
Çend gotinan bêje min
Dengê te xweş awaz in
Direvînin dil ji min
.
Evîn wekî buharê
Pê şa bibe lê yarê
Ew jiyana bê evîn
Hêvî boş in vê carê
Evîn wekî buharê
Pê şa bibe lê yarê
Ew jiyana bê evîn
Hêvî boş in vê carê
.
Em hatine vê jînê
Ji bo vîn û evînê
Meya lêvan par vekin
Bibin wek Mem û Zînê
Em hatine vê jînê
Ji bo vîn û evînê
Meya lêvan par vekin
Bibin wek Mem û Zînê
.
Fedî meke tu ji min
Çend gotinan bêje min
Dengê te xweş awaz in
Direvînin dil ji min
Fedî meke tu ji min
Çend gotinan bêje min
Dengê te xweş awaz in
Direvînin dil ji min.

باران کەندەش -   آخینا دل
فەدی مەکە

فەدی مەکە تو ژ من
چەند گۆتنان بێژە من
دەنگێ تە خوەش آواز ن
درەڤینن دل ژ من
فەدی مەکە تو ژ من
چەند گۆتنان بێژە من
دەنگێ تە خوەش آواز ن
درەڤینن دل ژ من
.
ئەڤین وەکی بوهارێ
پێ شا ببە لێ یارێ
ئەو ژیانا بێ ئەڤین
هێڤی بۆش ن ڤێ جارێ
ئەڤین وەکی بوهارێ
پێ شا ببە لێ یارێ
ئەو ژیانا بێ ئەڤین
هێڤی بۆش ن ڤێ جارێ
.
ئەم هاتنە ڤێ ژینێ
ژ بۆ ڤین وو ئەڤینێ
مەیا لێڤان پار ڤەکن
ببن وەک مەم وو زینێ
ئەم هاتنە ڤێ ژینێ
ژ بۆ ڤین وو ئەڤینێ
مەیا لێڤان پار ڤەکن
ببن وەک مەم وو زینێ
.
فەدی مەکە تو ژ من
چەند گۆتنان بێژە من
دەنگێ تە خوەش آواز ن
درەڤینن دل ژ من
فەدی مەکە تو ژ من
چەند گۆتنان بێژە من
دەنگێ تە خوەش آواز ن
درەڤینن دل ژ من.