Ez Tî Me

Tî me ez tî me ez tî me, li ser kaniyê min te dî
Ji xwe tu nizanî ez kî me, te av neda min û nekir fedî
.
Weke xerîba dihatim, bi wî çavî limin dinêrî
Te digo ji xwe min nasnakî, ji derda min dabû girî
Soz da bû cara sedî
.
Do bû bi serê min sond dixwar, me dabû hev soz û peyman
Go hatî go her tine hawar, wey bêbexta
Te ez hiştim bê xwedî
.
Dil bir wê dil bir wê dil bir, felek serê min gerand
Kulê dilê min ê pir kir, mejî ji serî firand
Dil bir û nema didî

سەید یوسف - (1998)  ۆی فەلەک
ئەز تی مە

تی مە ئەز تی مە ئەز تی مە, ل سەر کانیێ من تە دی
ژ خوە تو نزانی ئەز کی مە, تە آڤ نەدا من وو نەکر فەدی
.
وەکە خەریبا دهاتم, ب وی چاڤی لمن دنێری
تە دگۆ ژ خوە من ناسناکی, ژ دەردا من دابوو گری
سۆز دا بوو جارا سەدی
.
دۆ بوو ب سەرێ من سۆند دخوار, مە دابوو هەڤ سۆز وو پەیمان
گۆ هاتی گۆ هەر تنە هاوار, وەی بێبەختا
تە ئەز هشتم بێ خوەدی
.
دل بر وێ دل بر وێ دل بر, فەلەک سەرێ من گەراند
کولێ دلێ من ئێ پر کر, مەژی ژ سەری فراند
دل بر وو نەما ددی