Xewna Bajarekî

Vê sibehê, bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Birîna xwe şanî kevirekî didim, lê lê lê...
Ev heft roj in, heft gul vebûne li ser sînga dayê, li kolanê
Kê dît! kê nedît!
Li guhekî sax digerin gotinên min bi destpelînkê
Bi vî alî de diçim, dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikî vala!
.
Vê sibehê, bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Can diavêj im ji bedenê
Ev ne çîroka hûtekî heftserî ye, lê lê lê
Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê
Ji dengê xuşîna bayê tivingê û bêdengiya pitika li dergûşê
Dengê min ne diçe evda, û ne jî diçe xwedê
.
Tax ewrîn e, ba dicemidîne
Kolan sar e, lê lê lê
Xewna vî bajarî, stêrka vemirî
Sitûxwar e, digo ay lê lê lê
Hayho ev ax êdî yar e lê lê lê
Mirin bi kofî û bi kitan e lê lê lê
.
Vê sibehê, bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Birîna xwe şanî kevirekî didim, lê lê lê...
Ev heft roj in, heft gul vebûne li ser sînga dayê, li kolanê
Kê dît! kê nedît!
Li guhekî sax digerin gotinên min bi destpelînkê
Bi vî alî de diçim, dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikî vala!
.
Êdî ji vê sûkê nayê dengê çakûçê solkaran
Bi derziyê re çûye kumê Xezalê
Porê xwe vediçire kanûna kizirî
Xwezî, havînê kulavek ba ma li deriyê konê koçerekî
Herî xizanê êlê
Muhtacê dewê taştê, û tasek şîva germ li malê
Pêlî min bike, kî biçe û bê
Dibe ku min jî ji bîr bikira bêqismetiya hezarê salan
.
Vê sibehê, bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Can diavêj im ji bedenê
Ev ne çîroka hûtekî heftserî ye, lê lê lê
Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê
Ji dengê xuşîna bayê tivingê û bêdengiya pitika li dergûşê
Dengê min ne diçe evda, û ne jî diçe xwedê

مەم آرارات - (2018)  خەونا باژارەکی
خەونا باژارەکی

ڤێ سبەهێ, ب نیڤ ئەمرێ خەزالێ وو ب سەوتا کەوێ
برینا خوە شانی کەڤرەکی ددم, لێ لێ لێ...
ئەڤ هەفت رۆژ ن, هەفت گول ڤەبوونە ل سەر سینگا دایێ, ل کۆلانێ
کێ دیت! کێ نەدیت!
ل گوهەکی ساخ دگەرن گۆتنێن من ب دەستپەلینکێ
ب ڤی آلی دە دچم, دیوارەکی بلند ژ تەنێتیێ
ل آلیێ دن خەوەک ژ کراسێ زڤستانێ
ل ژۆر ئەزمانەکی ڤکی ڤالا!
.
ڤێ سبەهێ, ب نیڤ ئەمرێ خەزالێ وو ب سەوتا کەوێ
جان داڤێژ م ژ بەدەنێ
ئەڤ نە چیرۆکا هووتەکی هەفتسەری یە, لێ لێ لێ
پۆرکورێ, ژ بنێ ئەردێ دەنگێ چڤیکان تێ
ژ دەنگێ خوشینا بایێ تڤنگێ وو بێدەنگیا پتکا ل دەرگووشێ
دەنگێ من نە دچە ئەڤدا, وو نە ژی دچە خوەدێ
.
تاخ ئەورین ئە, با دجەمدینە
کۆلان سار ئە, لێ لێ لێ
خەونا ڤی باژاری, ستێرکا ڤەمری
ستووخوار ئە, دگۆ آی لێ لێ لێ
هایهۆ ئەڤ آخ ئێدی یار ئە لێ لێ لێ
مرن ب کۆفی وو ب کتان ئە لێ لێ لێ
.
ڤێ سبەهێ, ب نیڤ ئەمرێ خەزالێ وو ب سەوتا کەوێ
برینا خوە شانی کەڤرەکی ددم, لێ لێ لێ...
ئەڤ هەفت رۆژ ن, هەفت گول ڤەبوونە ل سەر سینگا دایێ, ل کۆلانێ
کێ دیت! کێ نەدیت!
ل گوهەکی ساخ دگەرن گۆتنێن من ب دەستپەلینکێ
ب ڤی آلی دە دچم, دیوارەکی بلند ژ تەنێتیێ
ل آلیێ دن خەوەک ژ کراسێ زڤستانێ
ل ژۆر ئەزمانەکی ڤکی ڤالا!
.
ێدی ژ ڤێ سووکێ نایێ دەنگێ چاکووچێ سۆلکاران
ب دەرزیێ رە چوویە کومێ خەزالێ
پۆرێ خوە ڤەدچرە کانوونا کزری
خوەزی, هاڤینێ کولاڤەک با ما ل دەریێ کۆنێ کۆچەرەکی
هەری خزانێ ئێلێ
موهتاجێ دەوێ تاشتێ, وو تاسەک شیڤا گەرم ل مالێ
پێلی من بکە, کی بچە وو بێ
دبە کو من ژی ژ بیر بکرا بێقسمەتیا هەزارێ سالان
.
ڤێ سبەهێ, ب نیڤ ئەمرێ خەزالێ وو ب سەوتا کەوێ
جان داڤێژ م ژ بەدەنێ
ئەڤ نە چیرۆکا هووتەکی هەفتسەری یە, لێ لێ لێ
پۆرکورێ, ژ بنێ ئەردێ دەنگێ چڤیکان تێ
ژ دەنگێ خوشینا بایێ تڤنگێ وو بێدەنگیا پتکا ل دەرگووشێ
دەنگێ من نە دچە ئەڤدا, وو نە ژی دچە خوەدێ
Hatiye anîn ji : Rûpela Mem Ararat li ser Youtube'ê