Hêviya Min Nemîne

Hêviya min nemîne lê yarê
Rêya min kemîne hevalê
Dilê min dilêki pênaber e
Li pey evîna xwe dîgere
Hîn jî ji bo te bêbiryar e lê
Dev ji min berde hêvî meke
Çavên şûşe, şêlî meke
Agirê vemirî sor meke lê
Biçe li evîneke nû bigere
Azadî evîn e, az ji yar e
Berdêla jiyaneke azad
An zîndan an jî sêdar e
Min ev riya hilbijartiye lê
Dilê xwe ji min re dîl meke
Hêvîyen xwe ji pêre çal meke
Barê giran li xwe barmeke
Dilê min hêviya vegera rojê
Rojê dilê xwe dayê dozê
Roj çû ava venegeriya
Hêvîyen min man li pêşerojê
Biçe dilekî bê birîn
Ji evîna xwe re bibîne
Bes dilê min neşewitine lê...

هۆزان دینۆ - (2007)  نامووس
هێڤیا من نەمینە

هێڤیا من نەمینە لێ یارێ
رێیا من کەمینە هەڤالێ
دلێ من دلێک پێنابەر ئە
ل پەی ئەڤینا خوە دیگەرە
هین ژی ژ بۆ تە بێبریار ئە لێ
دەڤ ژ من بەردە هێڤی مەکە
چاڤێن شووشە, شێلی مەکە
آگرێ ڤەمری سۆر مەکە لێ
بچە ل ئەڤینەکە نوو بگەرە
آزادی ئەڤین ئە, آز ژ یار ئە
بەردێلا ژیانەکە آزاد
آن زیندان آن ژی سێدار ئە
من ئەڤ ریا هلبژارتیە لێ
دلێ خوە ژ من رە دیل مەکە
هێڤییەن خوە ژ پێرە چال مەکە
بارێ گران ل خوە بارمەکە
دلێ من هێڤیا ڤەگەرا رۆژێ
رۆژێ دلێ خوە دایێ دۆزێ
رۆژ چوو آڤا ڤەنەگەریا
هێڤییەن من مان ل پێشەرۆژێ
بچە دلەکی بێ برین
ژ ئەڤینا خوە رە ببینە
بەس دلێ من نەشەوتنە لێ...